Îlon 20, 2019 09:05 Asia/Tehran
  • Yemeniyan mûşek barandine ser baregehên Hevpeymaniya siûdî li Cîzanê

Artêş û Komîteyên Gelanî yên Yemenê Pêncşemiyê bi şev wek bersiva bo destdirêjî û cinayetên Hevpeymaniya Siûdî li Yemenê, baregehên vê hevpeymaniyê li Cîzana başûrê Erebistanê dane ber mûşekan.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Artêş û Komîteyên Gelanî yên Yemenê ragihand ku bi 3 mûşekên Balistîk ên xwecihî ji cûreya Zilzal 1ê, baregehên kirêgirtiyên destdirêjker ên siûdî li rojhilata bilindahiyên Dûdê li Cîzanê kirine hedef.

Çavkaniyên yemenî ragihandin ku ziyanên giran ên cengî û canî li siûdiyan û kirêgirtiyên wan ketine.