Îlon 19, 2019 19:14 Asia/Tehran
  • Daxwaza gelê Almanyayê bona rawestandina bilez a firotina çekan bo Hevpeymaniya Siûdî ya li dijî Yemenê

56 saziyên gelanî li Almanyayê bi weşandin adaxuyaniyekê ji dewleta federal a vî welatî xwestin ku herî bilez firotina çekan bo hemî welatên endamê Hevpeymaniya Siûdî ya li dijî Yemenê rawestîne.

Li gorî rapora kanala El Cezîreyê, sazî û rêxistinên sivîl û gelanî yên Almanyayê roja Pêncşemiyê di daxuyaniyekê da pêgirî kirin ku Hevpeymaniya Siûdî ya li dijî Yemenê bi kuştin agelê vî welatî hemî xalên mirovdostane binpê kirine û firotina çekan bo wan binpêkirina qanûnên navneteweyî ye.

Di vê daxuyaniyê da hatiye: Kêşeyên vê dawiyê li Kendava Farsê diselimîne ku vê navçeyê hewcetî bi çekên pirtir tuneye.

Dewleta Almanyayê duh anku Çarşemiyê plana qedexetiya firotina çekan bo Erebistanê bi qasî şeş mehên din dirêj kir.

Dewleta Almanyayê her wiha ragihand ku dê tu daxwazek jibo firotina çekan bo Erebistanê heta 31ê Adara 2020ê neyê pesendkirin.

Ji ber şerxwaziya Erebistanê û hevpeymanên vî welatî li dijî Yemenê ji 26ê Adara sala 2015an va ku ev şer dest pê bû heta niha bi dehan hezar ji yemeniyan hatine kuştin. Bi dehabn hezarî birîndar bûne. Bi miliyon kesî aware û derbider û bêşûnûwar bûne. Gellek ji binavahiyên xizmetgihaniyê li vî welatî ji wan nexweşxane, pergala avgihanî, cereyan, rê, dibistan kavil û wêran bûne.

Ji ber destdirêjiya leşkerî ya Erebistanê welatê xizan û belengaz ê Yemenê tûşî kêmbûna giran a xurek û dermanê bûye.

Rêjîma Siûdî û hevpeymanên wê heta niha ji ber Berxwedana gelê Yemenê nekarîne tu yek ji armancên xwe (ji wan desthilatdarkirina kirêgirtiyên xwe li vî welatî) bi dest bixin.