Tîrmeh 23, 2019 16:44 Asia/Tehran
  • Moskova: Amerîka pêşniyara tevlîbûna hevpeymaniya Kendava Farsê nedaye me

Alîkarê wezîrê karên derve yê Rûsiyê got: Moskovayê tu pêşniyar û têkilliyek li bara tevlîbûna nav hevpeymaniya leşkerî ya Amerîkayê li Tengava Hormuzê wernegirtiye.

Mîxaîl Bogdanov, Alîkarê wezîrê karên derve yê Rûsiyê di hevpeyivîna digel Sputnikê da li bara tevlîbûna nav hevpeymaniya deryayî ya Waşîngtonê li Tengava Hormuzê got: Me tu pêşniyarek jibo tevlîbûna hevpeymaniya Amerîkayê li Kendava Farsê wernegirtiye.

Wî her wiha got: Hin kes carina têkilliyê digirin û dibêjin ku çi dixwazin û fikrên xwe hilêdixin. Wek mînak em pêşniyara xwe li bara ewlehiya komkî li Tengava Hormuzê hilêdixin û îro careke din wê raber dikin û diweşînin, lê ez bi ti awayî nizanim kanê pêşniyara hevkarên me yên amerîkî çî ye.

Mike Pompeo, Wezîrê karên derve yê Amerîkayê vê dawiyê ragihandiye ku Waşîngton li dû damezirandina hevpeymaniyeke navneteweyî jibo parastina hatûçûna gemiyan li Tengava Hormuzê ye.