Wezareta Karên derve ya Filistînê kavilkirina malên filistîniyan li Qudsa dagirbûyî şermezar kir
Wezareta karên derve ya Teşkîlata Xweîdarekir a Filistînê, kiryara Rejîma Siyonîstî ya kavilkirina malên filistîniyan li navça "Sor Bahirê" li Qudsa dagirbûyî şermezar kir.
Wezareta karên derve ya Teşkîlata xweîdarekir a Filistînê, roja Duşemiyê teqez kir: "Bêdengiya civaka navneteweyî, dibe sedem ku rayedarên Rejîma dagirkir bo cinayetkirinê cidîtir bibin".
Wezareta karên derve ya Teşkîlata xweîdarekir a Filistînê, ji civaka navneteweyî û Rêxistina Neteweyên Yekbûyî xwest ku zext û zorê bînin ser vê rejîmê ku dev ji van kiryaran berde.
Artêşa Rejîam Siyonîstî piştî derxistina filistîniyan ji malên xwe ji vê siba Duşemiyê ve bi dehan malên filsitîniyan li navça Wadî Himsê li başûrê rojhilata Qudsa dagirbûyî kavil kirine.
Rejîma Îsraîlê bi çêkirina bajarokên siyonîstnişîn û xirakirina malên filistîniyan bi dû guhertina nijyara cuxrafiyayî ya navçên filsitînî û siyonîstî nîşandayîna van navçeyan e da ku serdestiyên xwe li navçên filsitînî seqamgir bike.