Tîrmeh 22, 2019 08:40 Asia/Tehran
  • Cubeyr dîsan ji bestan xeber da:

Wezîrê rawêjkarê karên derve yê Erebistana Siûdî Yekşemiyê bi şev di twittera xwe da bêyî amajeya bi binpêkirina qanûnên navneteweyî ji aliyê Londonê va, ragihand ku destdanîna ser gemiya nifthilgir a Englîsî ji aliyê Îran va, nayê pejirandin.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Adil Cubeyr, Wezîrê rawêjkarê karên derve yê Erebistana Siûdî her wiha tevî piştgiriya ji Englîsê îdia kir ku Îran sebebkarê bûyerên vê dawiyê li Kendava Farsê ye.

Erebistan hevdeng digel hevpeymanên xwe ji wan Englîs û Amerîkayê, demek dirêj e ku îdia û angaştên derew li dijî Îranê hilêdixe.

Hêza deryayî ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî berêvariya Îniyê gemiyeke nifthilgir a Englîsê li Tengava Hormuzê ji ber berçavnegirtina qanûnên navneteweyî yên deryayî desteser kir.

Serdar sertîp duyem Remezan şerîf, Berdevkê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî roja şemiyê ragihand ku niftkêşa Englîsî ya Stêna Împêro berovajiya qanûn û rêzikên deryageriyê, amûra xwe ya Mewqîbîn xeva kiribû û  dewsa meşiyana ber bi derbasgeha bo Kendava Farsê li Tengava Hormuzê, ji riya derketinê ya li Başûrê Îranê dixwest ku derbas bibe.

Saziya bendergeh û deryageriyê ya parêzgeha Hormuzganê jî ragihand ku ev gemiya nifthilgir di riya xwe da li qayîqeke masîgirtinê li Tengava Hormuzê jî ketiye.

Hêza deryayî ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî roja Pêncşemiyê jî gemiyeke biyanî ya hilgira nifta qaçax li Kendava Farsê bi biryara dadweriyê desteser kiribû.

Wezareta Deryageriya ya Panamayê roja Yekşemiyê neqanûniya vê gemiyê ku bi alaya vî welatî dimeşiya, piştrast kir.

Di çarçova qanûnên deryavaniyê jî di Konvansiyona mafên deryayan di sala 1982an da hatiye: Gemiya şêrr li deryaya azad jibo cihanîna qanûnên mafên navneteweyî di mewqiya ku hincetek hebe ku gemiyek (Gemiya ne-cengî û ne-dewletî) yek ji kiryaran ji wan (Diziya Deryayî, Ticareta Koleyan, Veguhestina Madeyên Hişber, belavkirina bernameyên radyoyî an televîziyonî yên neqanûnî û nîşannedan alayê) pêk aniye, dikare wê rawestîne û bide ber lêgerînê.