Tîrmeh 22, 2019 07:35 Asia/Tehran
  • Yemeniyan careke din Esîra Erebistanê dane ber mûşekan

Artêş û Komîteyên gelanî yên Yemenê Yekşemiyê bi şev careke din baregehên hevpeymaniya Siûdî li parêzgeha Esîra Erebistanê dane ber mûşekan.

Li gorî rapora Al Alamê, Artêş û Komîteyên gelanî yên Yemenê ragihand ku bi pênc mûşekên Balistîk ên xwecihî ji cûreya Zilzal 1ê, baregehên leşkerî yên Hevpeymaniya Siûdî li parêzgeha Esîrê dane ber êrîşê.

Çavkaniyên yemenî ragihandin ku ziyanên giran ên canî û leşkerî li siûdiyan û kirêgirtiyên wan ketine. Ji aliyê din va hevpeymaniya destdirêjker a Siûdî roja Yekşemiyê careke din agirbesa li Hudydeyê li rojavaya Yemenê binpê kir.

Kanala El Mesîrê ragihand ku firokeyên şêrr ên hevpeymaniya destdirêjker a Siûdî herîkêm 56 mûşek ber bi gundê El Zeferanê li navçeya Kîlomitra 16 ya Hudeydeyê kewkî kirine.

Heta niha tu raporek ji hejmara goriyan  ûasta ziyanên pêkhatî ji ber van êrîşan nehatiye weşandin.

Ji ber şerxwaziya Erebistanê û hevpeymanên vî welatî li dijî Yemenê ji 26ê Adara sala 2015an va ku ev şer dest pê bû heta niha bi dehan hezar ji yemeniyan hatine kuştin. Bi dehabn hezarî birîndar bûne. Bi miliyon kesî aware û derbider û bêşûnûwar bûne. Gellek ji binavahiyên xizmetgihaniyê li vî welatî ji wan nexweşxane, pergala avgihanî, cereyan, rê, dibistan kavil û wêran bûne.

Ji ber destdirêjiya leşkerî ya Erebistanê welatê xizan û belengaz ê Yemenê tûşî kêmbûna giran a xurek û dermanê bûye.Rêjîma Siûdî û hevpeymanên wê heta niha ji ber Berxwedana gelê Yemenê nekarîne tu yek ji armancên xwe (ji wan desthilatdarkirina kirêgirtiyên xwe li vî welatî) bi dest bixin.