Xerazî: Azadiya Filistînê ji armancên mezin ên Îranê ye
Serokê konseya stratejîk a peywendiyên derve ya Îranê, azadiya Filistînê û Qudsa Şerîf ji armancên mezin ên Komara Îslamî ya Îranê da zanîn.
Li gorî rapora IRNA`yê, Kemal Xerazî,serokê konseya stratejîk a peywendiyên derve yên Îranê, roja yekşemiyê li hevdîtina Salih El-Arûrî, alîkarê serokê nivîsgeha siyasî ya tevgera berxwedana Îslamî ya Filistînê li Têhranê ser dewama piştgiriya Îranê ji Filistînê teqez kir.
Salih El-Arûrî, alîkarê serokê nivîsgeha siyasî ya tevgera berxwedana Îslamî ya Filistînê jî li vê hevdîtinê sipasiya helwestên Îranê li hember mesela Filistînê kir û hêvî kir: Hevkariya bi biratî ya Îranê û Filistînê heta dema azadkirina Qudsê bidome.
Taxima pilebilind a tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê bi serokatiya Salih Al-Arorî, roja emiyê bona hevdîtin û gotûbêja bi rayedarên Komara Îslamî ya Îranê gihêşt Têhranê.
Mûsa Ebûmezrûq, Hisam Bedran û Mahir Selah ji endamên pilebilind ên nivîsgeha siyasî ya tevgera Hamasê û hin endamên din ên vê tevgerê, hevseferê Salil Al-Arorî li sefera Têhranê ne.