Tîrmeh 21, 2019 15:57 Asia/Tehran
  • Îdiaya rayedarê Pentagonê derbarê cihanîna zûdem a Plana Derbasbûna Azad û Vekirî li tengava Hormizê

Rayedarekî Wezareta Berevanîyê ya Amerîkayê dibêje ku plana Waşîngtonê digel hevpeymanên wê derbarê "hatûçûna azad li Tengava Hormiz û Kendava Farsê" dê bi zûtirkê cih were.

Kanala Al Jazeerê nivîsî ku Alîkarê Sîyasî yê Wezîrê Berevanîya Amerîkayê John Rood di civîna "ewlehîya Spênê" ku duh hat lidarxistinê de got: Em di halê destpêkirina têgehekek bi navê "Parêzvan" in ku ligorî wê komeke welatên sozdar jibo parastina hatûçûn û bazara azad û vekirî li Tengava Hormizê û Kendava Farsê li ber destê me ne."

  Alîkarê Sîyasî yê Wezîrê Berevanîya Amerîkayê herwiha got: Amerîkayê hin muzakire bi hevpeymanên xwe yên di NATO`yê de û hin şirîk û welatên din li Kendava Farsê re kirine ta ku tevlî vê demajoyê jibo vekirîmayîna rêyên deryayî yên girîng bibin.

Rayedarên amerîkî di bersiva tişta ku gurrbûna gêreyê li Kendava Farsê û Tengava Hormizê bi nav kirine de, ji mehekê berî niha ve bi dû avakirina hevalbendîyekê bi merema parastina niftkêş û gemîyên xwe yên ticarî li navçê ne.

Hin welatan ji wan Hindustan, Japon û Norwejê wekî berteka himberî wê meseleyê ragihandin ku dil tinene hîç hêzekê bişînin Kendava Farsê û bi awayekî sergirtî pişkdarîya di hevalbendîya leşkerî ya Amerîkayê de ret kirine.