Tîrmeh 21, 2019 10:32 Asia/Tehran
  • 7 kirêgirtiyên siûdî di encama operasiyona nîşanbazên yemenî hatin kuştin

Kanala El-Mesîre ya Yemenê ragihand ku şeva borî hêzên nîşanbazê ên Artêş û Komîteyên gel yên Yemenê li devera Heyran li parêzgeha Hecce ya rojavayê vî welatî 7 kirêgirtiyên siûdî kuştin.

Serleşker Elî El-Mûşekî alîkarê serokê erkantiya hêzên çekdar ên Yemenê bi ragihandina vê nûçeyê herwiha diyar kir ku hêzên yemenî soz dane gelê vî welatî ku ti desdirêjkar û dagîrkerekî sax nehêlin.

Erebistana Siûdî, Îmaret û çend welatên din ên erebî ser navê Hevpeymaniya Erebî bi alîkariya Amerîkayê ji Adara 2015 ji erd û esmîn û deryayê şerekî giran li dij xelkê Yemenê dan despê kirin ku di encama wê de heya niha  zêde ji 16 hezar yemenî hatine kuştin û bi dehan hezar kes birîndar bûne û bi milyonan kes ji xelkê vî welatî  jî aware û bê mal bûne û xisarên giran li mal û avahî û binavahiyên yemeniyan ketine. Di vî halî de Hevpeymaniya dagîrker a Erebî ji ber berxwedana gelê Yemenê ti sûdek ji vî şerê nestandiye.