Tîrmeh 20, 2019 17:50 Asia/Tehran
  •  Êrişa balefirên bêfirokevan ên artêşa Yemenê ser meqera hewayî ya Melik Xalidê

Artêş û hêzên gelanî yên Yemenê bi balefira bêfirokevan a Qasif- K2`yê êrişî meqera hewayî ya Melik Xalidê li parêzgeha Esîrê li başûrê rojavaya Erebistanê kirin.

Li gorî rapora kanala nûçan a Al-Alam`ê, Yehya Serî, berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê roja şemiyê bal kişand ser vê yekê ku radar û navendên eskerî yên giring ên meqera Melik Xalidê li navça Xemîs Meşîtê ya parêzgeha Esîrê ketiye ber êrişê û got: Ev operasyon li bersiva dewama êriş û cinayetên  hevalbendiya siûdî ser Yemenê cih hatiye.

Artêşa Yemenê û tevgera Ensarullahê duşemiya heftiya buhurî jî bi çend balefirên bê firokevan ên Qasifê K2 meqera hewayî ya Melik Xalidê dan ber êrişan.

Di eynî demê de, balefirên hevalbendiya destdirêjkirê siûdî îro li dû hev êriş kirin ser meqera leşkirê yekem ê  zirixî yê artêşê, avahiya Wezareta Raghandinê û navçên din li Senayê.