Balafirên Rejîma Siyonîstî agirbesa li Xezayê binpê kir
Balafirên Rejîma Siyonîstî vê sibehê agirbesa li Xezeyê binpê kirin û cardin Xeze bombebaran kirin.
Li gor nûçeya kanala Al-Alamê, balafirên Rejîma Îsraîlê saetekê piştî agirbesa li Xezeyê devera Deyr El-Belh li navenda Xezayê bombebaran kirin.
Berdevkê Tevgera Hemasê Fewzî Berhûm di daxuyaniyekê de gotibû: "Xebatên Misrê yên ji bo agirbestê bi serket û di navbera Hemas û Rejîma Siyonîstî li Xezayê agirbes hat îlankirin. "
Berhûm diyar kir ku agirbest ji saet 20:00 li gorî dema Greenwich destpê kir.
Piştî ku hêzên Rejîma Israîlê duh gelek nuqte, deverên Xezayê bombebaran kirinn. Misrê navbeynkariya Hemas û Îsraîlê kir da ku di navbera wan agirbes were îlankirin.
Ji aliyê din ve komên Filistînê li bersiva cinayetên rejîma siyonîstî 70 moşek avêtin bargehên leşkerî yên rejîma Îsraîlê û bajarokên siyonîstnişîn ên li derdora Xezayê. 30 moşek bi yek carê avêtin bajarokên siyonîstan ên derdora Xezayê. Komên filistînî dibêjin em ê bersiva bombebaran û mûşekbaranê bi bombebaran û mûşekbaranê û bersiva xwînrijandinê bi xwînrijandinê bidin.