Adar 25, 2019 18:25 Asia/Tehran
  •  Rejîma Siyonîstî du derbasgehên zîvala Gazayê  girêdan

Rejîma Siyonîstî piştî êrişa mûşekî ya berxwedanê ser bakurê Telavîvê ku li encama wê herîkêm 7 siyonîst birîndar bûn, du derbasgehên Beyt Hanûn û Kerem Abûsalimê li zîvala Gazayê girêdan.

 Li gorî rapora Fars News`ê, Rejîma Siyonîstî wek berteka li hember avêtina mûşeka berxwedanê ser bakurê Telavîvê, derbasgeha ticarî ya Kerem Abûsalimê li zîvala Gazayê heya demeke nediyar girêdan.

 Li gorî rapora  malpera filistînî ya Filistîn El-Yewmê, komîta serokatiyê bo hevahengiya veguhestina kelûmelan, biryara Rejîma Siyonîstî bona girêdana  vê derbasgehê ji taciran re ragahndiye.

 Medya filistînî raghandin ku Rejîma Siyonîstî her wiha derbasgeha Beyt Hanûnê girêdaye.