Adar 25, 2019 14:00 Asia/Tehran
  • Desdirêjiya Rejîma Siyonîst ser Rojhilata Beyt Hanûnê li zîvala Xezayê

Rejîma Siyonîstî vê sibehê rojhilata Beyt Hanûnê ya zîvala Xezayê da ber gullên topxanê.

Nûçegihanê ajansa Şehab ragihand ku artêşa Rejîma Îsraîlê îdia dike di encama vê êrişê sê endamên HEMASê birîndar bûn.

Çavkaniyên Filistînî ragihandin ku balafirên Îsraîlê êrişî ser bargeheke Berxwedanê li dever Hecer El-Dîkê ya zîvala Xezayê kirin.

Li gor rapora medya Filistînê balafirên Rejîma Siyonîstî heta saet du sibehê 5 caran êrişî ser zîvala Xezayê kirin û topxana vê rejîmê jî ev deverana dan ber gullan.

Duh jî balafireke Rejîma Siyonîst du postên sekirin û pişkinînê yên HEMASê bi îdiaya tolstandina ji filistîniyan ku madên teqandinê şandine nav Filistîna dagîrbûyî bombebarn kirin.

Balafireke bêpîlot a Îsraîlê berêvara şemê mûşekek li Kampa El-Berîc a navenda zîvala Xezayê xistin ku di encamê de herî kêm 5 filistînî birîndar bûn.

Ciwanên Filistînê Rejîma Îsraîlê hişyar kir kucinayetên wê bê bersiv nahêle û bi zûtî operasiyonên şevane li ser sînorên Xezayê û Filstîna Dagîrbûyî zêde dikin.