Adar 21, 2019 20:02 Asia/Tehran
  • Piştevaniya Brîtaniyayê ji kiryarên dijî mafê mirovan ên Rejîma Siyonîstî

Wezîrê karên derve yê Brîtaniyayê bi tawanbarkirina saziya Zêrevanê Mafê Mirovan ku biryarnameyek dijî Rejîma Siyonîstî derxistiye ragihand ku London dê dengê Na bide vê biryarnameyê.

Li gor rapora ajansa nûçan a Fars News`ê  Jeremy Hunt (Cirmî Hant) wezîrê karên derve yê Brîtaniyayê li gotûbêja xwe ya tev medyaya amerîkî ya Jewish Chronicle (Cuwîş Kronîkêl) ,îdia kir ku xistina navê Îsrayîl nav biryarnama xala heftan a Zêrevanê Mafê Mirovan wê bibe sebeba lawazbûna vê saziya cîhanî, loma li civîna sibê înê ya vê saziyê li Londonê ew ê dengê na bidin vê biryarê.

Xistina navê Îsrayîl nav biryarnama xala heftan a Zêrevanê Mafê Mirovan tê vê wateyê ku li her civîneke vê saziyê li ser rewşa mafê mirov li erdên dagîrbûyî dê  axivtin û lêkolîn li ser were kirin.

Hunt bi vê îdiayê ku kiryareke wiha dê bibe sebeba çêbûna berbendan li ser riya aşitiya li Rojhilata Navîn, destnîşan kir; Brîtaniya dê dewamê bide zextûzorên xwe ta ku navê Îsrayîl ji nav xala heftan a biryarnameya Zêrevanê Mafê Mirovan derkeve.