Sibat 20, 2019 18:27 Asia/Tehran
  • Nerazîbûna Partiya Kongira Hindistanê li hember sefera welîehdê Erebistanê

Berdevkê Partiya Kongira Hindistanê bal kişand ser piştgiriya Alê siûd ji terorîstan û nerazîbûna xwe li hember sefera Muhemed Bin Selman, welîehdê Erebistanê bo welatê hanê da diyarkirin.

Li gorî rapora malpera Hindistan Today`ê, Randîp Sorcola roja çarşemiyê li axiftinekê got: Narinda Modî serokwezîrê Hndistanê qanûnên vî welatê binpê kirin û çû pêşewaziya kesekî ku xêncî xebitandina  sermaya 20 milyar dularî li Pakistanê, pişgiriya terorîstan dike.

 Duh sêşemiyê bereberê sefera Bin Selman bo Hindistanê , Dêhliyê nû û Kêşmîrê bin kontrola Hindistanê şehedê xwenîşandana berfireh a gelanî bona protestokirina sefera muhemed Bin Selman bo hindistanê bû.

  Muhemed Bin Selman, welîehdê Erebistanê piştî kutabûna sefera xwe bo Pakistanê şeva derbasbûyî sêşemiyê şevê gihêşt Dêhliyê nû.

 Bin Selman bi Narinda Modî serokwezîrê vî welatî hevdîtin û gotûbêj kir.

 Bin Selman beriya sefera Hindistanê seredaneke du rojî bo welatê Pakistanê hebû ku ev sefera du rojî rastî nerazîbûnên gelê Pakistanê hatibû.