Sibat 19, 2019 19:04 Asia/Tehran
  • Hokara mirina Yasir Erefat, hevîrê diranan a jehrî bûye

Rawêjkarê Yasir Erefat, Serokê mirî yê Rêxistina Xwerêvebir a Filistînê got: Erefat bi hevrîên diranan a jehrî hatiye têrorkirin.

Yasir Erefat damezirînerê Tevgera Fethê di sala 1959an e ku ji sala 1994an va heta sala 2004an serokê Rêxistina Xwerêvebir a Filistînê jî bû.

Erefat di Mijdara sala 2004an da li nexweşxaneyekê li Parîsê mir.

Li gorî rapora roja Sêşemiyê ya IRNAyê, Besam Ebu şerîf, rawêjkarê serokê mirî yê Rêxistina Xwerêvebir a Filistînê li hevpeyivîna bi kanala A ONE TV'yê ragihand: Yasir Erefat her cara ku diranên xwe firçe dikirin, qaseke jehrê derbasî nav pidî û piştra nav xwîna wî dibû.

Ebû Şerîf her wiha got ku nûçegihanekî israîlî jêra gotiye ku Israîlê dil heye Erefat bikuje.

Besam Ebû Şerîf her wiha tevî şaşzanîna hebûna filistîniyan li Peymana Osloyê, got: Di rastiyê da lihevkirina digel israîliyan davikek bû û hin kesan bi cûrekê rê li ber Erefat şaş kirin da ku ew wisa bifikire ku Oslo rêya damezirandina welatê serbixwe yê Filistînê ye.