Sibat 17, 2019 20:31 Asia/Tehran
  • Welîehdê Erebistanê gihêşt Pakistanê

Muhemed Bin Selman, welîehdê siûdî hevgavê sloganên gelê Pakistanê li dijê Alê Siûd, îşev di bin tivdîrên ewlehiyê yên giran gihêşt Îslamabada paytexta vî welatî.

 Li gorî rapora IRIB News`ê ji Îslamabadê, Muhemed Bin Selman biryar e li vê sefera du rojî bi Êmran Xan serokwezîr, Arif Elewî serokkomar, Qemer Cawîd Bacwa, fermandê hêza bejahiyê ya artêşê û nûnerên meclisa Pakistanê hevdîtinê bike û hin hevhatinan li warê xebitandina sermayê û hevkariya bi Pakistanê re li beşên curbicur îmze bike.

 Sibê li Pakistanê tehtîliya giştî hatiye ragahandin û tivdîrên ewlehiyê li derdora navça sor a Îslamabadê û hatiye ragahndin û hat û çûyê ya hemî kesên netêkildar li navça  Dîplomatîk û sor a Îslamabadê hatiye qedexekirin.

 Hin medyan jî li bara  girêdana  hêlên muxabiratî û înternetî li hin navçên hestyar ên bajarê Îslambadê agahî dane.

 hevgavê sefera Bin Selman bo Îslambadê bi hezaran kes ji xelkê hêrsbûyî yên Pakistanê wek berteka li hember sefera welîehdê siûdî, siaysetên  destdirêjkirane yên  Alê Siûd li dijî gelên mezlûm ên navçê şermezar kirin.

 Neraziyan bi şermezarkirina hevdestiya hin rayedarên  ereb ji wan hakimên siûdî bo destdirêjiya ser Sûriyê û Yemenê ji wan lihevkirina  bi Rejîam Siyonîstî li dijî gelê Filistînê şermezar kirin û hin slogan li dijî hakimên Alê Siûd, Emerîka û Rejîma Siyonîstî avêtin.

 Kesên ku kom bibûn, mudaxilên welatên erebî li karûbarên navxweyî yên Pakistanê sedema  pêkhatina gelek pirsgirêkan bo welatên navçê bi taybet misilmanên cîhanê dan zanîn û teqez kirin ku  Erebistan û hin dewletên  erebî hewl didin bona  bi destxistina armancên xwe yên êrişkirane, Pakistanê jî tevlî qeyranên navçê ji wan şerê Yemenê bikin û û sûdê jê wergirin.

 Rêxistin û kesayetiyên siyasî û mezhebî yên Pakistanê jî, cinayetên malbata Alê Siûd li jînosayda misilmanên  mezlûm ên Yemenê, Sûriyê û Behreynê şermzar kirin û  dijberiya xwe li hember sefera Muhemed Bin Selman  bo Îslamabadê nîşan dan.

 Sahibzade Hamid Riza, serokê civata  aliman û serdar Letîf Kehûsê ji rayedarên  partiya Gel gotin ku Pakistan ne hewşa xewle ya Erebistanê ye û gelê vî welatî rê nadine Riyazê ku mudaxilê li karûbarên  navxweyî yên Pakistanê bike.