Cinayeta hevalbendiya siûdî li Yemenê bi çekên Brîtanyayê
Endamê meclisa giregiran(Eiyan) a Brîtanyayê li xwe mukir hat ku Erebistan û Mîrnişînên Yekbûyî yên Erebî(Îmarat) çekên çêkirî li Brîtanyayê bona kuştina xelkê sivîl ên yemenî bi kar tînin.
David Hanna, endamê meclisa Eiyan a Brîtanyayê li hevpeyvîna bi televaîyona El-Cezîrê re got: Şehedî û belegyên wezaretxaneyên curbicur nîşan didin ku çekên ku ji Brîtanyayê firotine Erebistan û Îmaratê bo kuştina xelkê sivîl li Yemenê hatine xebtandin.
Hanna her wiha got ku cinayetên Rejîma Siûdî li Yemenê didomin.
Erebistanê bi piştgiriya Emerîka, Îmarat û çend welatên din ji Adara 2015` an dest bi destdirêjiya eskerî ser Yemenê û dorpêçkirina bejahî, deryayî û hewayî ya vî welatî kiriye. Li encama şerxwaziya Erebistanê û hevpeymanên wê li Yemenê heya niha zêde ji 14 hezar yemenî hatine kuştin, û bi dehan hezar kes birînadr bûne û bi milyonan yemenî jî aware bûne.
Destdirêjiya eskerî ya Erebistanê her wiha welatê xizan ê Yemenê rastî kêmasiya xwarekê û dewa û dermanan aniye.