Sibat 17, 2019 16:30 Asia/Tehran
  •  Xwenîşandana gelê Yemenê bona şermezarkirina normalkirina peywendiyan bi Rejîma Siyonîstî re

Gelê parêzgehên curbicure Yemenê bona protestokirina hewldana aliyê yemenî yê ku rejîma Siûdî jê piştgiriyê dike bo normalkirina peywedniyên bi Rejîma Siyonîstî re xwenîşandan bi rê xistin.

 Li gorî rapora Fars News`ê û ji zarê El-Mesîrê, xwenîşandana  roja yekşemê ya gelê Yemenê, li bersiva deweta Ebdulmelik Bedredîn El-Hûsî, sekreterê giştî yê Ensarullahê û bi navê `` Beraeta ji Xayînan hat lidarxistin.

 Beşdarên xwenîşandana  li dijî siyonîstî li halekê ku alaya Yemen, Filistînê û wêneyên Ebdulmelik Bedredîn El-Hûsî rakiribûn hin  slogan bona piştgiriya ji Filistînê û Qudsa dagirbûyî avêtin.

 Yûsif El-Fîşî ji rêberên Ensarullaha Yemenê li nav koma xwenîşanderan got: Gelê Yemenê dê kesên ku bo  pêkanîna peywedniyan bi Îsraîlê re hewl didin dê nebaxşîne.

 Xalid El-Yemanî wezîrê karên derve yê dewleta îstifakirî ya Yemenê pêncşemiya buhurî li konferansa Warşowayê li kêleka Binyamîn Nêtanyahû serokwezîrê Rejîma  Îsraîlê û Mike Pompeo wezîrê karên derev yê Emerîkayê rûnişt ku  bû sedema hêrsbûna  gelê Yemenê.