Sibat 16, 2019 10:02 Asia/Tehran
  • 20 filistînî di 47emîn meşa Mafê Vegerê birîndar bûn

20 filistîmî ji ber êrîşa artêşa Rêjîma Siyonîst li ser meşa vê hefteyê ya filistîniyan li Zîvala Xezeyê nasyar bi Meşên Meizn ên Mafê Vegeriyanê birîndar bûn.

Li gorî rapora Îniyê bi şev a IRNAyê ji zarê mêdyayên filistînî, çil û heftemîn meşa mezin a mafê vegeriyqanê roja îniyê li navçeyên sînorî yên Zîvala Xezeyê digel Filistîna dagirkirî hat lidarxistin.

Çekdarên Rêjîma Siyonîst bi reşandina gulleyê û gaza rondikrêj xwenîşander serkut kirin ku heta niha 20 filistînî ji wan perestarek birîndar bûne.

Meşa duh bi dirûşmeya "Xeze serneketinê nas nake" hat  lidarxistin.

Meşên mezin ên mafê vegeriyanê li Zîvala Xezeyê ji 30ê Adara sala 2018an va dest pê bûne.

Heta niha zêde ji 270 filistînî bi derbê gulleyê çekdarên siyonîst şehîd bûne û zêdeyî 27 hezar kes jî birîndar.

Meşa aram a Mafê Vegeriyanê ji 30ê Adara 2018an va bi boneya Roja Erdê li Zîvala Xezeyê dest pê bû û hema wisa didome.

Gellek ji welatan ji wan Komara Îslamî ya Îranê her wiha rêxistinên navneteweyî heta niha ev cinayetêîn Rêjîma Siyonîst şermezar kirine.

Meşa filsitîniyan li salvegera Roja Erdê biryara Rêjîma Siyonîst li warê desteserkirina erdên filsitîniyan di roja 30ê Adara sala 1976an da bi bîr dixe ku her salê tê lidarxistin.

Rêjîma Israîlê bi desteserkirina erdên filsitîniyan û avakirina bajarokên siyonîstnişîn têda dil heye nijyar û tevna cuxrafiyaya navçeyên filsitînî biguherîne û siyonîstan li van deveran bi cih bike dfa ku serdestîxwaziya xwe li erdên filistîniyan xurt bike.