Rejîma Siyonîst gef li Iraqê xwar
Rejîma Siyonîst cardinê bi mehne û îdiaya hizûra eskerî ya Îranê li Iraqê, gefa operasyona eskerî li vî welatî xwar.
Li gorî rapora IRNA`yê, Rêxistina sîxoriya eskerî ya Rejîma Siyonîstî îdiayên bê bingeh ên xwe dubare kirin û got ku Îran bo avakirina navendên eskerî û mûşekî li Iraqê hewl dide.
Çavkanî û rayedarên Rejîma Siyonîstî pêştir jî hin îdia li bara bicihbûna eskerên Îranê an li dijê komên ser bi Heşda Şebî yên Iraqê xistine rojevê.
Pêştir jî rojnama Siyonîstî ya Cirozalm postê nivîsîbû: Bi giranbûna hewldana Îsraîlê bo qutkirina destê Îranê ji Sûriyê û Lubnanê, Iraq bû armanceke muhtemel bo êrişa eskerî ser Telavîvê.
Gefên Rejîma Siyonîstî li dijî Iraqê hevgavê gotinên Donald Trump serokkomarê Emerîkayê derheq dewama mayîna eskerên emerîkî li Iraqê bo çavdêriya nêzîk ser Îranê cih tê.
Parlemana Iraqê li bara her cure êrişa muhtemel hişyarî daye Rejîma Siyonîstî.