Sibat 13, 2019 17:46 Asia/Tehran
  •  Birîndarbûna hejmarek ji filistîniyan li rojhilata kampa El-Berîcê

Li operasyona ``xezeba şevê``ya ciwanên filistînî li rojhilata kampa El-Berîcê li navenda zîvala Gazayê, hejmarek ji ciwanan bi derba gulla eskerên siyonîst birîndar bûn.

 Li gorî rapora navenda raghandinê ya Filistînê, bi dehan ciwanên filistînî sêşemiyê şevê ber bi rojhilata kampa El-Berîcê meşiyan û dest bi agirberdana lastîkên trimbêlan kirin bi bilindgo û teqemeniyan bûn sedema ajîrên xeterê bên vêxistin.

 Eskerên siyonîst gullên cengî  û bombeyên  gaza hêsirrêj li dijî ciwanên filsitînî bi kar anîn ku li encama wê hejmarek ji van ciwanan birîndar bûn.

 Yekîna opersyonên xezebê bi van kiryaran hewl dide ku eskerên siyonîst tim li rewşa amadetiyê xweyî bike û bibe sedema lawazbûna  qawetê û pêkanîna  tirs û  xofê li nav wan.