Sibat 13, 2019 17:26 Asia/Tehran
  •  Êrişa balefirên cengê yên siûdî ser Hudeydê

Balefirên cengê yên Rejîma siûdî qayiqa masîgirên yemenî li bajarê Hudeydê dan ber êrişan ku li encama wê 8 masîgir hatin kuştin û 5 kes jî birîndar bûn.

 Li gorî rapora roja çarşemiyê ya Mesîrê, balefirên cengê yên Rejîma Siûdî li bakurê girava  Bezîê li Hudeydê ev qayiqa dan ber êrişan.

 Çavkaniyên yemneî raghandin : Deh kes ji welatiyên yemenî  li vê êrişê wenda bûne.

 Rejîma  Siûdî her wiha  tevî dewama  binpêkirina agirbesê li Hudeyda Yemenê, navça El-Derhîmiyê li vî bajarî dan ber êrişa topxanên xwe.