Sibat 13, 2019 10:06 Asia/Tehran
  • Operasiyona mûşekî û topxaneyî ya yemeniyan li başûrê Erebistanê

Yekîneyên mûşekî û topxaneyî yên Artêş û Komîteyên gelanî yên Yemenê Sêşemiyê bi şev bi operasiyoneka hevpar cihê kombûna kirêgirtiyên siûdî li nêzikî derbasgeha Elebê li parêzgeha Esîrê li başûrê Erebistanê dane ber êrîşê.

Kanala têlêvîziyonî ya El Mesîreyê ya Yemenê ragihand ku li vê operasiyonê ziyanên giran ên canî û leşkerî li kirêgirtiyên siûdî ketine.

Yekîneyên mûşekî û topxaneyî yên Artêş û Komîteyên gelanî yên Yemenê li vê operasiyonê mûşeka xwecihî ya Zilzal1ê bi kar anîn.

Yekîneyên mûşekî û topxaneyî yên Artêş û Komîteyên gelanî yên Yemenê her wiha ro0ja Sêşemiyê karîn ku 2 firokeyên bêfirokevan ên sîxoriyê yên hevpeymaniya destdirêjker a siûdî li Hudeydeyê li rojavaya Yemenê her wiha li navçeya El Sûhê li Necrana başûrê Erebistanê bînin xwarê.

Hêza berevaniyê ya artêş û Komîteyên gelanî yên Yemenê tevî dorpêçbûna giştalî ya vî welatî ji aliyê Rêjîma Siûdî va roj bi rojê li halê zêdebûnê ye.

Serleşker Elî El Mûşekî Alîkarê serokê Erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên yemenê vê dawiyê ragihand ku hêzên yemenî soz dane ku tu destdirêjkerek zindî ji Yemenê dernekeve.

Ji ber şerxwaziya Erebistanê û hevpeymanên vî welatî li dijî Yemenê ji 26ê Adara sala 2015an va ku ev şer dest pê bû heta niha bi dehan hezar ji yemeniyan hatin ekuştin. Bi dehabn hezarî birîndar bûne. Bi miliyon kesî aware û derbider û bêşûnûwar bûne. Gellek ji binavahiyên xizmetgihaniyê li vî welatî ji wan nexweşxane, pergala avgihanî, cereyan, rê, dibistan kavil û wêran bûne.

Ji ber destdirêjiya leşkerî ya Erebistanê welatê xizan û belengaz ê Yemenê tûşî kêmbûna giran a xurek û dermanê bûye.

Rêjîma Siûdî û hevpeymanên wê heta niha ji ber Berxwedana gelê Yemenê nekarîne tu yek ji armancên xwe (ji wan desthilatdarkirina kirêgirtiyên xwe li vî welatî) bi dest bixin.