Sibat 12, 2019 10:47 Asia/Tehran
  • Hevpeymaniya Siûdî li 48 saetên borî 267  caran agirbes li Hudeydê binpê kir

Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê duh êvarê ragihand ku Hevpeymaniya dagîrker a Siûdî li 48 saetên borî 267 caran agirbes li bendera Hudeydê ya rojavayê Yemenê binpê kir.

Li gor nûçeya IRIB Newsê, Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê Yehya El-Serîe desnîşan kir ku Hevpeymaniya Siûdî ticaran li ser Lihevkirina Agirbesê ya Hudeydê  nesekinîne û di vê çarçovê de got:Binpêkirina agirbesê li Hudeydê ji aliyê dagîrkerên siûdî nîşan dide ku ew dixwazin şêr berdewam bikin û pirsgirêk û derd û êşên xelkê Yemenê zêde bikin.

Taxima yemenî ya Senayê û texma yemenî ya aliyê Riyazê bi beşdariya nûnerê sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî Martin Griffiths  roja 13 Kanûna 2017 li Swêdê li hevkirin li bendera Hudeydê ku riya sereke ya gihandina alîkariyan bo xelkê sivîl ê Yemenê ye agirbes were damezirandin û ev agirbesa ji roja 18 ya Kanûnê despê kir, lê belê Hevpeymaniya Erebî ya bi serkêşiya Erebistanê bi caran ev agirbesa binpê kiriye.