Çile 23, 2019 11:56 Asia/Tehran
  • Êrîşa firokeyên bêfirokevan ên Yemenê ser baregehên siûdiyan li başûrê Erebistanê

Yekîneya firokeyên bêfirokevan yên artêş û Komîteyên gelanî yên Yemenê Sêşemiyê bi şev serbazxaneya siûdiyan li navçeya Elebê li parêzgeha Esîrê li başûrê Erebistanê dane ber êrîşê.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Li vê êrîşê hejamreka zêde ya çekdarên siûdî hatin kuştin an birîndar bûn.

Rayedarekî leşkerî yê Yemenê got: Ev operasiyon piştî şopandina deqîq a vê navenda leşkerî pêk hat.

Yemeniyan ku sala bihurî anku sala 2018an wek Sala Mûşekî ya Yemenê bi nav kirin, îsal (2019) wek Sala êrîşên Firokeyên bêfirokevan bi nav kirine.

Yekîneya firokeyên bêfirokevan yên artêş û Komîteyên gelanî yên Yemenê di ropjên dawî da bi caran baregeh û kombûnên çekdarên Siûdî li navçeyên cûrbicûr ên Erebistanê her wiha li nav axa Yemenê dane ber êrîşên xwe.

Hêza berevaniyê ya Artêş û Komîteyên Gelanî yên Yemenê tevî dorpêçbûna gştalî ya vî welatî ji aliyê Rêjîma Siyonîst va roj bi rojê li halê zêdebûnê ye.

Ji ber şerxwaziya Erebistanê û hevpeymanên vî welatî li dijî Yemenê ji 26ê Adara sala 2015an va ku ev şer dest pê bû heta niha bi dehan hezar ji yemeniyan hatin ekuştin. Bi dehabn hezarî birîndar bûne. Bi miliyon kesî aware û derbider û bêşûnûwar bûne. Gellek ji binavahiyên xizmetgihaniyê li vî welatî ji wan nexweşxane, pergala avgihanî, cereyan, rê, dibistan kavil û wêran bûne.