Çile 22, 2019 18:59 Asia/Tehran
  • Êrişa topxaneyî ya siyonîstan ser bargehên hêzên Berxwedanê li Xezeyê

Leşkerên Rejîma Siyonîst bargehên Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS) li bakûrê Zîvala Xezê dan ber êrişa topxaneyî.

Li gorî rapora IRNA`yê ji zarê Ajansa nûçeyan a  Wefayê, leşkerên Rejîma Siyonîst roja Sêşemiyê bi çend gulleyên hawanê, êriş birin ser nuxteya çavdêriyê ya HAMAS`ê li rojhilata bajaroka Bêyt Xatûnê li bakûra Zîvala Xezê.

Hîn tu nûçeyek li ser xisarên vê êrişê nehatiye weşandin.

Artêşa Rejîma Siyonîst îdia kir; wek berteka li hember gullereşandina ji nav Xezeyê ber bi leşkerên îsralî yên li navçeyên sînorî ve, tankên artêşê jî ber bi xaleka çavdêriyê ve gulle avêtin.

Di mideha van mehên derbasbûyî de û piştî destpêbûna xwenîşandana "Mafê Vegerê" li Zîvala Xezeyê, kêşeya di navbera Rejîma Siyonîst û hêzên Berxwedanê zêde bûye.

Berî niha di encama bersiv û êrişa mûşekî ya hêzên Berxwedanê li Midara sala buhurî (2018) li hember êrişa Rejîma Siyonîst de, wezîrê cengê yê Rejîma Siyonîst dev ji karê xwe berda.