Çile 17, 2019 08:05 Asia/Tehran
  • Baregehên siûdiyan li Necranê ketin ber mûşekan

Hêzên Artêş û Komîteyên Gelanî yên Yemenê Çarşemiyê bi şev baregehên çekdarên siûdî li Necranê li başûrê Erebistanê dane ber mûşekan.

Kanala têlêvîziyona El Mesîreya Yemenê ragihand: "Hêzên Artêş û Komîteyên Gelanî yên Yemenê bi sê mûşekên Balistîk ên xwecihî ji cûreya "Zilzal 1", cihê kombûna çekdarên siûdî yên bicihbûyî li baregeha El Sedîsê li Necranê dane ber êrîşê".

Heta niha tu raporek derbarê vê êrîşa mûşekî nehatiye wergirtin.

Êrîşa mûşekî ya van rojan a Hêzên Artêş û Komîteyên Gelanî yên Yemenê wek bersiva li hemberî binpêkirina lihevkirinên Swêdê û bêsoziya hevpeymaniya destdirêjker a siûdî derheqê agirbesê li Hudeydeyê li rojavaya Yemenê pêk tê.

Agirbesa lihevkirî li Swêdê di navebra komên yemenî da ji 18ê Kanûnê va li bajarê perravî yê Hudeydeyê dest pê bûye.

Bendergeha Hudeydeyê riya herî sereke ya şandina alîkariyên mirovdostane bo Yemenê ye.

Dora çaran a gotûbêjên Aştiya Yemenê ji roja 6ê Kanûna 2018an va bi amadebûna aliyên yemenî bi serokatiya Martîn Girîfîts, Nûnerê taybet ê Sikritirê gişt ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li krên Yemenê li bajarê Stokholma paytexta Swêdê dest pê bû û roja Pêncşemiyê, 13ê Kanûnê bi lihevkirina derbarê Agirbesê li Hudeydeyê li rojavaya Yemenê, bi dawî bû.

Heta niha çend caran tevger û gotûbêj jibo bidawîanîna şêrr li Yemenê pêk hatine, lê her carê bi astengîderxistina Erebistanê û hevpeymanên wî welatî serê xwe negirtiye.

Ji ber şerxwaziya Erebistanê û hevpeymanên vî welatî li dijî Yemenê ji 26ê Adara sala 2015an va ku ev şer dest pê bû heta niha bi dehan hezar ji yemeniyan hatin ekuştin. Bi dehabn hezarî birîndar bûne. Bi miliyon kesî aware û derbider û bêşûnûwar bûne. Gellek ji binavahiyên xizmetgihaniyê li vî welatî ji wan nexweşxane, pergala avgihanî, cereyan, rê, dibistan kavil û wêran bûne.