Kanûn 18, 2018 12:15 Asia/Tehran
  • Agirbes li Hudeydeya Yemenê despê bû

Agirbesa ku komên yemenî li Swêdê li ser wê li hev kiribûn ji îro saet 00:01 ser wextê Yemenê li bendera Hudeydeyê ya rojavaya Yemenê despê kir.

Li gor nûçeya IRNAyê, Nûnerê Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li karûbarên Yemenê Martin Griffiths îro serê sibeyê diyar kir ku îro saet 00:01 ser wextê Yemenê agirbes li bendera Hudeydeyê ya rojavaya vî welatî despê kir û li vê çarçovê de Komîteya Hevahengiyê ya NY ji bo cihanîna vê agirbesê karê xwe da despêkirin.

Di vê navberê de serokê Komîteya Bilind a Şoreşa Yemenê pêşewaziya agirbesê li Hudeydê kir.

Eva di rewşekê de ye ku balafirên cengê yên Siûdî çend saetan berî despêbûna agirbesê sê caran devera El-Zuha li parêzgeha Hudeydeyê bombebaran kirin.

Komên yemenî roja pêncşemê 13 Kanûnê li Swêdê li rûniştina xwe ya çaremîn li ser damezirandina agirbesê li bendera Hudeydê ku riya sereke ya gihandina alîkariyên mirovdostane bo yemeniyan e, li hev kirin. Heya niha çend caran rûniştin ji bo kutakirina şêr li Yemenê hatiye lidarxistin ku her car ji ber astengiyên Erebistanê negihêştiye encamê.

Hevpeymaniya Erebî ya bi serkêşiya Erebistana Siûdî bi alîkariya Amerîka û çend welatên rojavayê yên wekî Brîtanyayê  ji  Adara 2015 êrişî ser Yemenê kirin ji bo vegerandina serokomarê îstîfakirî yê vî welatî ser deshilat. Di encama êrişên vê hevpeymaniyê ji erd û esmîn ser xelkê Yemenê zêde ji 14 hezar yemeniyan can dan û bi dehan hezar kes jî birîndar bûn. Herwiha bi milyonan yemenî aware bûn û di encama dorpêçkirina Yemenê ji erd, esmîn û deryayê jî bi milyonan yemenî ketine berçîbûnê û ji ber nebûna dewa û dermanan jî bi hezaran kes mirine.

Tevî van êriş û dorpêçiyan rejîma Siûdîm û hevpeymanên wê li Yemenê ti armanceke xwe bi dest nexistine.