Kanûn 16, 2018 12:08 Asia/Tehran
  • Zerîf: Mayîna Îranê di nav Peymana Navokî de maye ser dabînbûna berjiwendiyên Tehranê û pêngavên YE

Wezîrê Karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf got: Heke berjiwendiyên Neteweyî yên Îranê li gor Peymana Navokî dabîn bibin û Yekitiya Ewropayê (YE) li ser soz û qirarên xwe li çarçova vê peymanê bisekine Komara Îslamî ya Îranê jî bi tamî vê peymanê cih tîne.

Zerîf duh li rûniştina navneteweyî ya Duhayê paytexta Qeterê bal kişand ser vê yekê ku ti hegerek ji bo muzakireya bi Amerîkayê re tine û got: Îran ti caran bi welatê ku 12 şertan datîne ber Tehranê muzakire nake.

Wezîrê Karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê desnîşan kir ku boykotên Amerîkayê li dij Îranê nabin sedema guhertina siyasetên Îranê û got: Îran firotina nifta xwe berdewam dike û civaka cîhanî re di pêwendiyan de ye û welatên ku dev ji pêwendiya bi Îranê re berdane zirarê dikin.

Zerîf anî ziman ku Amerîka li karûbarên welatên rojavayê Asyayê mudaxile dike û di vê rewşê de me tawanbar dike ku  em li karûbarên van welatan mudaxile dikin. Zerîf li dewamê de got: Îranê her dera ku şêwirkarên xwe yên leşkarî şandine li gor daxwaza hikûmetên wan welatan bi xwe ev kara kiriye, vêca Îran wê demê şêwêrkarên xwe ji Sûriyê der têxe ku hikûmeta wî welatî daxwazeke wiha ji Îranê bike.

Wezîrê Karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê herwiha got: Îran ji yemeniyan re çek û sîlahan naşîne  û çek û sîlahên li destê wan yên dewrana serokomarê berê yê Yemenê Elî Ebdullah Salih ne ku Erebistana Siûdî dabûn wî.

Zerîf got: Erebistana Siûdî û Mîrnişînên Yekbûyî yên Erebî bi çek û sîlahên amerîkî û brîtanî, Yemen ji xelkê vî welatî re kirine cehenem û deh hezar kes ji xelkê Yemenê rasterast di encama êrişên hewayî yên Hevpeymaniya Erebî ya bi serkêşiya Erebistana Siûdî jiyana xwe ji dest dane.

Wezîrê Karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê herwiha bal kişand ser muzakireya aştiyê ya Yemenê li Swêdê û got: Rêketina li Swêdê ya derheq krîza Yemenê, wê bibe sedema kutabûna derd û êşên xelkê Yemenê.