Kanûn 15, 2018 17:45 Asia/Tehran
  • Rexneya bêmînak a Qeterê li Konseya Hevkariyê ya Kendava Farsê û sekreterê wê

Wezîrê karên derve yê Qeterê, kiryarên Konseya Hevkariyê ya Kendava Fars`ê û sekreterê wê rexne kirin.

Li gorî rapora ISNA`yê, Mihemed Bin Ebdulrehman Alê Sanî, wezîrê karên derve yê Qeterê, li dema birêveçûna Civîna Navnetewî ya Duhê got: Konseya Hevkariyê ya Kendava Farsê û sekreterê wê tu hêz û şiyaneka xwe tunene.

Wî herwiha got: Konseya Hevkariyê ya Kendava Farsê, ji bilî hewcetiya li sîstimeka nû ya hikûmetî û mêkanîsmên pêwîst ji bo hemî welatên endamê wê, divê ji nûve were avakirin û rêformkirin.

Mihemed Bin Ebdulrehman Alê Sanî xwest ku careka din hevalbendiyek di navbera welatên dorhêla Kendava Farsê de pêk were û got: Welatên endamê konseyê ji 18 mehan beriya niha ve bûne şahidê qeyranekê her ji ber vê yekê Konseyê nekariye ji bo parastina aştiya di navbera welatan de pêngavan rake.

Wezîrê karên derve yê Qeterê herwiha destnîşan kir ku di navbera Duhe û welatên ku Qeter boykot kirine de tu muzakireyek pêk nehatiye. Wî got ku di van 18 mehan de rewşa li halê bêdengiyê bûye û tu gotûbêjek di navbera welatan de di vê midehê de tunebûye.