Kanûn 15, 2018 16:27 Asia/Tehran
  • Dewama Kolandinên Rejîma Siyonîstî li başûra Mescidul-Eqsayê

Li gorî belgeyên eşkerabûyî Rejîma Siyonîstî li halê Kolandina tonilekî 1200 mitrî li navça Selwanê ji rojhilata Qudsa Dagîrbûyî hetanî Mescidul-Eqsayê ye.

Li gor rapora ajansa nûçan a Qudsê (Qudsina), Semîr El-Revîzî ji xelkê Qudsê îro şemê ragihand: Piştî ku xelkê navça Selwanê tonilekî binerdî li vê navçê kavil kirin, dîtin ku rejîma Siyonîstî li halê Kolandina tonilekî 1200 mitrî li vê navçê û ji rojhilata Qudsa Dagîrbûyî hetanî Mescidul-Eqsayê ye.

Semîr El-Revîzî  destnîşan kir: "Siyonîstan mudehek berî niha ev navça ku panî û berûniya vê navçê çend sed mitr e, dagîr kirin û îzn dan ku siyonîst li vê navça dagîrbûyî bajarokan çê bikin û helbet îdia kiribûn ku dixwazin li vê navçê parkîngekê çê bikin".

Navneda El-Eqsayê jî li vê barê ragihand ku armanca kolandina vê tonila nû gihandina hemû van tonilane ku siyonîstan li navça Selwanê kolane û ev zincîre tolilên hanê ber bi aliyê jêrîne Mescidul-Eqsayê va diçin.

Siyonîstên ku dixebitin Mescidul-Eqsayê bikine navendeka cihûtêda, mudeheke dixebitin ku hizûra xwe li derûdor û hewşa vê mizgefa pîroze misilmanan berfireh bikin û hema li vê çarçîvê ji sala 2007 va her dixebitin ku deriyê Babul-Muqaribe kavil bikin û li dewsa vî deriyê pirêyekê çê bikin ta ku bikaribin ji meydana Buraqê bi erebeyên xwe bikevine nav hewşa Mescidul-Eqsayê.