Kanûn 15, 2018 07:44 Asia/Tehran
  • Israyîlîyan jî êlegên Zer li xwe kirin û dest bi xwenîşandanê kirin

Nêzî 250 nerazîyên israyîlî duh êvarê li Erdên Dagirbûyî yên Filistînê û kolanên Qudsê wekî welatîyên firansî êlegên Zer li xwe kirin û bi nîşana nerazîbûna li hemberî rewşa bêserûber a debara jîyana dest bi xwenîşandanê kirin.

Rojnama Yadiot Aharanotê nivîsî ku bi destpêbûna wê xwenîşandanê, bi sedan hêzên polîs li cihê xwenîşandanê bi cih bûn û li hin deran jî rê girêdan.

Çendekê berî niha, dezgeha israyîlî ya ``bibîranîna Ezra Şevlamîtê`` ragihand ku bi hezaran malbat li Erdên Dagirbûyî yên Filistînê pêrgî hejarîyê bûne û malbat neçar in di navbera xwarek û dermîn da yekî hilbijêrin.

Bi hezaran sîyonîstên niştecihê bajarokan jî pêncşemê şevê bi nîşana nerazîbûna li hemberî rewşa nebaş a ewlehîyê li ber mala Serokwezîrê Rêjîma Sîyonîst Benyamîn Natanyahû dest bi xwenîşandanê kirin.