Kanûn 15, 2018 07:37 Asia/Tehran
  • Dewama Xwenîşandana Mafê Vegerê li Gezzê, kesek şehîd û 48 kes jî hatin birîndarkirinê

Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê ragihand: Di encama êrişa leşkerên Rêjîma Sîyonîst ser pişkdarên 38`emîn înîya Xwenîşandana Mafê Vegerê li Gezzê û rexê rojavaya çemê Urdinê de tezelawekî filistînî şehîd û 48 kes jî hatin birîndarkirinê.

Ajansa Nûçan a Mea ya Filistînê ji zarê Wezareta Tenduristîya Fiilstînê ragihand ku Mehmûd Yûsif Mehmûd Nexle yê 16 salî gulleya leşkerên Sîyonîst lê ketîye û li nêzîkî kempa Celzûnê li bakura şarê Bîreyê şehîd bûye.

Li gorî agahîyan, nûçegîhanê Kanala Al Alamê jî nav wan 48 birîndaran da ye.

Welatîyên filistînî duh danê êvarê ji bo pişkdarîya di 38`emîn înîya Xwenîşandana Mafê Vegerê ser navê `` berxwedan mafê qanûnî ye`` û rakirina dorpêçê ber bi kempa Ewdeyê li rojhilata Gezzê va bi rê ketin.

Xwenîşandana biaştî ya Mafê Vegerê ji 30`yê Adarê va bi boneya Roja Erdê li Zîvala Gezzê destpê bûye û hela jî didome.

Ji destpêka vê xwenîşandanê ve heta niha zêde ji 240 filistînî bi derba gulleya leşkerên Rêjîma Sîyonîst şehîd û zêde ji 25 hezar kes jî hatine birndarkirinê.