Kanûn 14, 2018 18:30 Asia/Tehran
  • 28 filistînî li rojhilata Gazayê birîndar bûn

28 filistînî ji wan nûçegîhanek li meş û rêpîvanên vegerê û rakirina dorpêça `` îniya hevgirtina bi gelê Filistînê re ``, îro li rojhilata zîvala Gazayê birîndar bûn.

 Li gorî rapora malpera nûçana Filistîn El-Yewmê, Eşref El-Qedre berdevkê wezareta tendrustiyê ya Filistînê got: 28 filistînî ji wan nûçegîhanek bi navê Muhemed Mehaweş hatin rakirin bo nexweşxanên zîvala Gazayê yên ku ji ber ketian ber gullê li rojhilata kampa El-Berîcê li zîvala Gazayê birîndar bûne.

 El-Qedre her wiha got: Eskerên dagirkir ên siyonîst ambulansek li kampa Melekê li rojhilata zîvala Gazayê bi gaza hêsirrêj kirin hedef ku li encama vê cinayetê şûşeyên vê trimbêla gîhandina alîkariyê şikestin.

 Çînûqatên curbiucr ên gelê Filistînê ji îro nîvro piştî nimêja  îniyê ve li pênc kampên  El-Ewde û zîvala  Gazayê, rêz li 36`emîn heftiya meşên vegerê û rakirina dorpêça bi navê îniya hevgirtina bi gelê Filistînê girtin û ji xelkê cîhanê xwestin ku  bila bi daxwaza wan a rakirina dorpêça Gazayê û mafê vegeryana  penaberên filisitînî bo erdên xwe re hevrê bibin. Li gorî vê raporê, ji destpêka meşên vegerê li 30`ê Adarê ve heya niha  zêde ji 220 kes hatin kuştin û zêde ji 220 kes hatin kuştin û zêde ji 23 hezar kes birîndar bûn.