Kanûn 14, 2018 18:17 Asia/Tehran
  •  Rewşengeriya muzakirekirên yemenî li bara cinayetên  Erebistanê

Taxima Rizgariya neteweyî ya Yemenê li kêleka muzakirên Swedê, wêneyên cinayetên hevalbendiya siûdî li Yemenê navbera balyoz û nûnerên welatan belav kir.

 Li gorî rapora kanala nûçana  El-Mesîrê, Muhemed Ebdulselam roja îniyê li Swedê got: Ev wêne zêde ji 1000 wêne û brûşûr li bara cinayetên  hevalbendiya siûdî ne ku xêncî cinayetên Erebistanê, hevkariya terorîstên El-Qaidê û DAIŞ`ê bi destdirêjkirên siûdî re nîşan didin. Ebdulselam her wiha got: Taxima Rizgariya Neteweyî ya Yemenê li van muzakiran ser elaqa xwe bona derbasbûna ji qeyrana Yemenê bo qonaxa nû teqez kir û di eynî demê de nîşan da ku  bona aşitiyê hatiye Swedê ne ji bo teslîmbûnê.

Taxima Rizgariya Neteweyî ya  Yemenê ku pêk hatiye ji rêberên tevgera  gelanî ya  Ensarulahê piştî kutabûna  muzakirên  Swedê, îro îniyê vegerya Senaya  paytexta Yemenê.

 Muzakirên yek hefteyî navbera Taxima  Rizgariya Neteweyî ya  Yemenê yên nûnerên  dewleta îstifakirî bi çavdêriya Rêxistina Neteweyên Yebûyî roja pêncşemiyê bûn sedema hevhatina her du aliyan li bara  rawestandina şêr li bajarê Teizê,  paşdevekişyana hêzên eskerî yên her du aliyan ji bendera  Hudeydê li 14 rojan,  şandina  alîkariyên  mirovhzeiyê û veguhertina  hêsîran.