Kanûn 14, 2018 16:16 Asia/Tehran
  • Emîrebdulahiyan: Amerîka û Erebistan berpirsên çar salan cinayeta dijî mirovantiyê dijî Yemenê ne

Alîkarê taybet ê serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê li karûbarên navnetewî, pêngava yekem a hevhatina yemenî- yemenî ya li Swêdayê pîroz kir û Amerîka û Erebistanê berpirsên çar salan cinayeta dijî mirovantiyê li Yemenê dan zanîn.

Li gorî rapora ISNA`yê, Hisên Emîrebdulahiyan, alîkarê taybet ê serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê li karûbarên navnetewî, roja îniyê li rûpela xwe ya li Twiterr`ê nivîsî: Sekinîna şerr û destdirêjiya Erebistanê li seranserî Yemenê, ser xêra Riyaz, Ebûzebî û Ewlehiya navçê ye.

Emîrebdulahiyan herwiha got: Dîrok qet wê jibîr neke ku Amerîka û Erebistan, berpirsên çar salan cinayeta dijî jin, zarok û mirovantiyê li Yemenê ne.

Dewra çaran a muzakireyên Yemenê ku ji şeşê meha Kanûnê ve bi beşdariya aliyên yemenî li gel Martîn Gîrîfîts, nûnerê taybet ê NY, bo mideha hefteyekê li Stokholma Swêdayê destpê bibû roja pêncşemiyê bi lihevkirina destpêkê ya pêkanîna agirbesê li Hudeydê û danûstandina hêsîran di navberaq her du aliyan de karê xwe bi dawî anî.

Ev dora gotûbêjan di destpêkê da biryar bû roja 6ê Îlonê li Swîsê were lidarxistin, lê bi astengîderxistina Erebistana Siûdî û Imaratê hat paşdaxistin.

Gotûbêjên siyasî ji bo çareserkirina qeyrana Yemenê heta niha bi caran ji ber astengîderxistina Erebistana Siûdî û hevpeymanên wî welatî tûşî işkestê bûne.