Gotêrêş: Dewra din a muzakirên Yemenê wê di meha Çillê de were lidarxistin
Antonyo Gotêrêş ragahnd ku dewra din a muzakirên navbera dewleta îstifakirî ya Yemenê û Ensarullahê li Çilla tê dê were lidarxistin.
Li gorî rapora ISNA`yê, û ji zarê Sky Newsê, Antonyo Gotêrêş, sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî îro li dawiay civînên Swedê ku li bara qeyrana Yemenê hat lidarxistin, diyar kir ku dewra din a muzakirên navbera dewleta îstifakirî ya Yemenê û taxiam Ensarullahê li meha Çillê tê lidarxistin.
Wî got ku hevhatinek li bara kêmbûna aloziyan û gîhanidn a alîkariyên însanî bo bajarê Teizê û guhartina hêsîran pêk hatiye. Yemen ketiye nava qeyran aînsanî ya bêmînak û çarenivîsa pêşroja vî welatî dê alîkariya hewldanên bona belavkirina alîkariyên mirovheziyê li vî welatî bike.
Wî destnîşan kir: Li bara bendera Hudeydê em gihêştine hevhatinekê ku dibe sedema derxistina hêzên girêdayî ji bajarê Hudeydê û li seranserê vê parzêgehê, agirbes tê ragahndin.
Wezîrê karên dreve yê îstifakirî yê Yemenê û serokê taxima Ensarullah yemenê li muzakirên swedê bi hev re dest dan.