Sê eskerên îsraîlî li rojhilata Ramullahê hatin kuştin
Li encama operasyona berxwedanê ya ciwanên filistînî, sê eskerên îsraîlî hatin kuştin.
Li gorî rapora Mêhr News`ê, çavkaniyên ser bi Rejîma Siyonîstî roja pêncşemiyê raghandin ku li encama operasyona li dijî siyonîstî ya Filistîniyan li rojhilata Ramullahê, li kêleka rojava ya çemê Urdinê, eskerekî îsraîlî jî birîndar bû ku hatiye raghandin ku halê wî xirab e.
Piştî operasyona berxwedanê ya ciwanên filistînî, eskerên Rejîma dagirkirê Qusê êriş kirin ser navça Bîtenê nêzîkî navça operasyona li dijî siyonîstî ya têkoşerên filistînî li Ramullahê ku li encama wê sê eskerên siyonîst hatin kuştin.
Li gorî vê raporê, yek ji cihhênerên operasyona berxwedanê bi derba gulla eskerên siyonîst şehîd bû.
Rejîma Siyonîstî ji çarşemiyê şevê heya siba pêncşemiyê, Eşref Nealo, cihhênerê operasyona berkanê, Salih El-Berxûsî, cihhênerê operasyona Ofrayê û Mecd Cemal Metîr cihhênerê operasyona li dijî siyonîstî li Qudsa dagirbûyî şehîd kirin.