Kanûn 13, 2018 09:37 Asia/Tehran
  • Ciwanekî filistînî bi destê leşkerên Rêjîma Sîyonîst hat şehîdkirinê

Leşkerên Rêjîma Sîyonîst ji bo peydakirina cihînerên opêrasyona dijî israyîlîyan li bajarokê Ofrayê êrişî derdora Ramellahê navenda Rexê Rojavaya Çemê urdinê kirin û di encamê da ciwanekî filistînî bi derba gullê şehîd kirin.

Leşkerên Sîyonîst idia kirin ew ciwanê filistînî ku şeva buhurî hat şehîdkirinê, yek ji pişkdarên opêrasyona li bajarokê Ofrayê bû.

Kanala Al Mayadeen a Libnanê jî ragihand ku opêrasyona leşkerên Sîyonîst piştî şehîdkirina wî ciwanê filistînî jî berdewam bû û nexweşxaneyek li nêzîkî devera Surdayê hat dorpêçkirinê.

Leşkerên Sîyonîst roja sêşemê jî ji bo peydakirina cihînerên opêrasyona dijî Sîyonîstan a li bajarokê Ofrayê êrişî devera Masyafê li navenda şarê Ramellahê kirin û çend ciwan girtin.

Di 2`yê Kanûnê da maşîneke hilgirê sîyonîstan li nêzîkî bajarokê Ofrayê hat gullebarankirinê ku di encamê da herîkêm 11 Sîyonîstên bajaroknişîn birîndr bûn.