Kanûn 11, 2018 18:02 Asia/Tehran
  • Pêşwaziya Îranê ji hevhatina destpêkê ya yemeniyan li muzakireyên Swêdê

Wezîrê karên derve yê Îranê, pêşwaziya hevhatina destpêkê ya yemeniyan li muzakireyên Swêdê kir û pêgîrî kir: Dema bidawîanîna destdirêjiya Hevlabendiya Siûdî li Yemenê gihîştiye.

Li gorî rapora roja sêşemiyê ya Ajansa nûçeyan a FARS`ê, Mihemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Îranê, li rûpela xwe ya li Twitterê nivîsî: Îranê pêşwaziya hevhatina destpêkê ya di navbera aliyên yemenî yên li Stokholma paytexta Swêdê ya bi çavdêriya Rêxistina Netewên Yekgirtî (NY) kiriye û pişta dewama muzakireyan bona gihîştina bi hevhatina dawîn a ji bo çareserkirina hemî pirsgirêkên gelê Yemenê digire.

Zerîf pêgîrî kir: Divê êrişkerên biyanî êrişên xwe yên hewayî û cinayetên xwe yên dijî mirovantiyê li Yemenê bi dawî bînin.

Mihemed Ebdulselam, serokê taxima muzakireker a yemeniyan li muzakireyên aştiya Yemenê li Swêdê, vê dawiyê ragihandiye ku mijara azadkirina dîlên her du aliyan gihîştiye encamê û taxima netewî ya Yemenê, niha li benda ragihandina navên hemî dîlên li zîndanên hevalbendiya êrişker a li Yemenê ye. Cihanîna hevhatina veguhestina dîlan, hewcedara du mehan demê ye.

Dewra çaran a muzakireyên Yemenê, ji şeşê meha Kanûnê ve bi beşdariya aliyên yemenî li gel Martîn Gîrîfîts, nûnerê taybet ê NY, bo mideha hefteyekê li Stokholma Swêdayê destpê bûye.