Kanûn 11, 2018 17:43 Asia/Tehran
  • Aşkirabûna pêwendiyên kevn navbera Rêjîmên Siûdî û Siyonîst

Nûnerê ereb ê Kenêsêta (Parlemana) Rêjîma Siyonîsttevî aşkirakirina pêwendiyên kevn navbera Erebistanê tev Israîlê, qala hewildana xwe ji bo komkirina belgeyên têkildarî van pêwendiyan kir.

Îmen Ewde, Serokê Partiya Lîsteya hevpar a Erebî li Kenêsta Rêjîma Siyonîst li hevpeyivîna digel kanala El Meyadînê tevî amajeya bi hewildanên Riyazê ji bo asayîkirina pêwendiyan tev Tilavîê, ragihand: Pêwendiyên Rêjîmên Siûdî û Siyonîst vedigerin beriya damezirandina vê rêjîmê.

Nûnerê ereb ê Kenêsêta Rêjîma Siiyonîst tevî amajeya bi qanûnê Arşîvê li erdên dagirbûyî, li ser aşkirakirina hûrgilliyên pêwendiyên navbera Israîl û Erebistanê piştî derbasbûna 30 salan ji bo raya giştî pêgirî kir û got: Gel divê bizanin ku van rêjîman  çawa di dirêjahiya dîrokê da bi firotina Filsitînê, derbe lêdane û niha jî di vê riyê da dimeşin.

Ewde bal kişande ser vê yekê ku kabîneya niha ya Îsraîlê nahêle destê wî bigihêje qanûna arşîvê ji bo ku ku rastî veşartî bimînin û di vî halî de got: Hewildana di vê riyê da tevî hebûna her cûre dijayetiyê li Kenêsêtê dê were domandin.