Kanûn 11, 2018 17:15 Asia/Tehran
  • Ciwanekî filistînî li El Xelîlê bi gulleya çekdarên siyonîst şehîd bû

Çavkaniyên pizişkî behsa şehîdbûna ciwanekî filistînî ji ber gullereşandina çekdarên Siyonîst li bajaroka Îznayê li El Xelîlê kirin.

Li gorî rapora malpera Filistîn El Yewmê, Çerkdarên Rêjîma Siyonîst roja Sêşemiyê bi reşadina gulleyê li Umer Hesen Evadeyê 27 salî li bajaroka Êdnayê li rojavaya El Xelîlê, ew şehîd kirin.

Li gorî rapora Wezareta Tendurustiyê ya Filistînê, Pizişkan hewildaneka zêde ji bo filitandina canê ciwanê Filistînî kriin, lê ji ber giranbûna birînan, hewildana pizişkan bê encam ma.

Çekdarên Rêjîma Siyonîst her rojê bi mehneyên cûrbicûr gelê Filsitînê şehîd an birîndar dikin an wan digirin. Li vî halî, çekdarên  Rêjîma Siyonîst îdia kirin ku piştî dayîna fermana rawestiyanê bo vî ciwanê filistînî ji bo lêgerînê û guhnedana ajovên, gulle berdane ser wî.