Kanûn 11, 2018 09:58 Asia/Tehran
  • Aşkirabûna rola Erebistanê li têrorkirina Yasir Erefat

Rawêjakrê berê yê Serokê mirî yê Rêxistina Xwerêvebir a Filistînê qala hebûna destê Erebistanê li têrorkirina Yasir Erefat kir.

Li gorî rapora roja Duşemiyê ya Tasnim Newsê, Rawêjakrê berê yê Serokê mirî yê Rêxistina Xwerêvebir a Filistînê, Besam Ebu Şerîf got: Corc Bûşê serokomarê pêşîn ê Amerîkayê piştî civîna Ariyêl Şaron, serokwezîrê berê yê Israîlê tev siûdiyan, hevkariya Rêjîma Alê Siûd li têrorkirina Erefat qebûl kiriye.

Yasir Erefat damezirînerê Tevgera Azadîker a Filistînê (Feth) di sala 1959an ku ji sala 1994an va heta sala 2004an serokê Rêxistina Xwerêvebir a Filistînê bû, di meha Mijdara sala 2004an da li nexweşxaneyekê li Parîsê mir ku piştra diyar bû ku ew bi madeya jehrî ya bi navê "Polotoniyûmê" hatiye têrorkirin.

Rawêjakrê berê yê Serokê mirî yê Rêxistina Xwerêvebir a Filistînê tevî pêgiriya lis er hebûna hin belgeyan ji civîna Bûş û Şaron, got: Rêjîma Siûdî li halekî têrorkirina Erefat pejirand ku ew wek berbendek ser riya armancên xwe li navçeyê dizanî.