Kanûn 11, 2018 08:15 Asia/Tehran
  • NY: Em li halê bidestxistina lihevkirinekê derbarê danûstandina hêsîran in

Nûnerê taybet ê Sekreterê Gişt ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li karên Yemenê, Martîn Girîfîts bi gotina vê yekê ku em li halê bidestxistina lihevkirinekê derbarê danûstandina hîsîran in, got: Aliyên yemenî yên beşdar li gotûbêjên Aştiyê li Swêdê, berpirsê serêxwegirtina aştiyê li welatê xwe ne.

Li gorî rapora IRNAyê, Nûnerê taybet ê Sekreterê Gişt ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li karên Yemenê, Martîn Girîfîts roja Duşemiyê bi gotina vê yekê ku nuxteya hûrbûna gotûbêjên niha yên li Swêdê derbarê rewşa niha li parêzgehên Teêz û Hudeydeyê ye, hêvîdarî kir ku du alî jibo rawestandina êrîşan li van du parêzgehan li hev bikin.

Girîfîts tevî diyarkirina hêvîdariya xwe ji bo destpêbûna dora duyem  a gotûbêjan di sala tê da (sala 2019an), got: Gotûbêja aliyên yemenî li Swêdê,. destkeftek e ku divê rêz lê were girtin.

Piştî derbasbûna çend rojan ji destpêbûna gotûbêjên Aştiya Swêdê di navbera aliyên yemenî, hîn tu encameka diyar ji van gotûbêjan nehatiye bidestxistin.

Dora çarem a gotûbêjên aştiya Yemenê ji roja 6ê Kanûnê va bi amadebûna aliyên yemenî hevrê digel Martîn Girîfîts, Nûnerê taybet ê Sekreterê Gişt ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li karên Yemenê, li Stokholma Swêdê bi qasî hefteyekê dest pê bûye.

Ev dora gotûbêjan di destpêkê da biryar bû roja 6ê Îlonê li Swîsê were lidarxistin, lê bi astengîderxistina Erebistana Siûdî û Imaratê hat paşdaxistin.

Gotûbêjên siyasî ji bo çareserkirina qeyrana Yemenê heta niha bi caran ji ber astengîderxistina Erebistana Siûdî û hevpeymanên wî welatî tûşî işkestê bûne.

Ji ber şerxwaziya Erebistanê û hevpeymanên vî welatî li dijî Yemenê ji 26ê Adara sala 2015an va ku ev şer dest pê bû heta niha bi dehan hezar ji yemeniyan hatin ekuştin. Bi dehabn hezarî birîndar bûne. Bi miliyon kesî aware û derbider û bêşûnûwar bûne. Gellek ji binavahiyên xizmetgihaniyê li vî welatî ji wan nexweşxane, pergala avgihanî, cereyan, rê, dibistan kavil û wêran bûne.

 

Nov 27, 2018 08:10 Asia/Tehran