Ensarullaha Yemenê: Îdiaya destdirêjkiran li bara agirbesê li Hudeydê, xapokîn e
Endamê nivîsgeha siyasî yê tevgera Ensarullaha Yemenê teqez kir: Behsa rawestandina operasyona eskerî, fend û fêleke pûç e ku armanca wê pêkanîna rewşê bona dewra pêncan a êrişa ser Hudeydê li rojava Yemenê ye.
Li gorî rapora roja yekşemê ya Yemenî press`ê, Muhemed El-Bexîtî endamê nivîsgeha siyasî ya tevgera Ensarulaha Yemenê li facebooka xwe nivîsî: Axiftina li bara vê fend û fêlê ne şiroveyek e belkî li gor hin lêzanînan ku nîşana dide welatên destdirêjkir êriş û şandina hêzên xwe ji nav û derve bo parêzgeha Hudeydê didomînin.
Wî her wiha diyar kir: Welatên destdirêjkir ser Yemenê, sê hezar kirêgirtiyên sûdanî bona xurtkirina yekînên îdamkirina kirêgirtiyên ku ji bereyan direvin, şandine Hudeydê.
El-Bexîtî bal kişand ser vê yekê ku êrişên hewayî û topxaneyî yên dijminê destdirêjkir ser Hudeydê jî nehatiye rawstandin ê hêvîkir ku cihhatina serketineke mezin li vî şerî, dê hevsengiyê ser qezanca berevanên hakimiyet û serbixwetiya Yemneê biguherîne.
Zeyfullah Şamî, berdevkê dewleta rizgariya neteweyî ya Yemenê pêştir got: Îdiaya hin medyan derheq fermana hevalbendiya sidûî bona rawestandina êrişa ser Hudeydê bi tenê amûra dijmin bona kirîna demê û êrişên dubare ye.
Hevalbendiya destdirêjkirê siûdî ji 13 Hezîranê ve êrişên berfireh bona dagirkirina bendera Hudeydê li rojava Yemenê destpê kirine. Bendera Hudeydê riya herî sereke ya şandina alîkariyên mirovheziyê bo Yemenê ye.