Mijdar 15, 2018 08:11 Asia/Tehran
  • Piştî Lieberman, Wezîrê Koçberîyê yê Israyîlê jî istêfa kir

Çavkanîyên nûçan ragihandin ku bi dû istêfaya Wezîrê Cengê yê rêjîma Israyîlê, Wezîrê Koçberîyê yê vê rêjîmê jî istêfa kir.

Li gorî rapora Ajansa Nûçan a Sputnikê, piştî istêfaya Wezîrê Cengê yê Rêjîma Sîyoinîst, Avgdor Lieberman, Wezîrê Koçberîyê yê Rêjîma Sîyonîst Sofa Landver ku 9 sal bûn di vê postê da bû, istêfa kir.

Sofa Landver yek ji endamên Partîya Rastgir a Israyîl Mala Me di kabîneya serokwezîrê Rêjîma Sîyonîst da dihat hesêb ku duyemîn gorîyê kabîna Benyamîn Netanyahû piştî işkesta giran a vê rêjîmê li hemberî komên berxwedêr ên filistînî li Gezzê tê hesêb.

Wezîrê Şêrr ê Rêjîma Israyîlê, Avigdor Lieberman duh piştî ku ev rêjîma bi dû êrişên mûşekî yên komên berxwedêr ên filistînî neçar ma agirbesê qebûl bike, ragihand ku ev agirbesa bi wateya teslîmbûnê ye û ji posta xwe wekî Wezîrê Cengê yê Israyîlê wêde çû.

Bi dû istêfaya Lieberman, Partîya Mala Cihûyan gef kir ku heke Wezareta Cengê nespêrin Naftali Bennett, wê ji kabîna Netanyahû derveke û daxwaza lidarxistina hilbijartinên pêşwext bike.

Ji hêla din ve, bi hezaran filistînî li ber mala serokê Polîtboroya HAMAS`ê, Ismayîl Hanîye li Zîvala Gezzê kom bûn û tevî piştgirîya ji hêzên berxwedêr, kêfxweşîya xwe ji ber istêfaya Wezîrê Cengê yê Rêjîma Sîyonîst Avigdor Lieberman nîşan dan.

Tevgera HAMAS`ê istêfaya Lieberman serketineke sîyasî ji bo Gezzê û işkestek li hemberî hêzên berxwedêr ên filistînî ji bo Wezîrê Cengê yê Rêjîma Sîyonîst zanî.

Hêzên berxwedêr ên filistînî di çend rojên buhurî da wekî berteka li hemberî êrişên Sîyonîstan ser Zîvala Gezzê, nêzî 500 mûşek  ûrokêt ji vê deverê va ber bi Erdên Dagirbûyî yên Filistînê va avêtin.