Mijdar 14, 2018 20:38 Asia/Tehran
  •  Pirsgirêkên navxweyî, hegera sereke ya istêfaya Lîbermen in

Pirsgirêkên tund ên navxweyî li kabîna Rejîma Siyonîstî hegera sereke ya îstifaya Avîgdor Lîbermen wezîrê cengê yê Rejîma Siyonîstî ye.

Avîgdor Lîbermen wezîrê  cengê yê Rejîma  Siyonîstî li halekê îro ji pota xwe îstifa kir ku  pirsgirêka navbera wî û Binyamîn Netanyahû li rojên derbasbûyî li bararagahndina  agirbesa bi Hamasê li zîvala Gazayê pir giran bibûn.

Serokwezîrê Rejîma  Siyonîstî sietekê piştî raghandina îstifaya  wezîrê berevaniyê yêkabîna vê rejîmê wek berteka li hember rexneyan,  berevaniya biryara xwe bona qebûlkirina agirbesa bi navbeynkariya  Misrê li zîvala Gaazyê kir.

  Nakokiya navbera Lîbermen û Netenyahû gihêşt derekî ku ew  bi îstifakirina  ji posta xwe qayîl nebû û daxwaza lidarxistina hilbijartinên zûdem ên parlemanî li erdên xwe kir. Ev pêşniyara  li halekê tê hilêxistin ku dema lidarxistina  hilbijartinên parlemanî li filistîna dagirbûyî mijadara tê hatiye kivşkirin.

  Ji aliyê din ve tevgera berxwedana îslamî ya Filistînî, Hamasê wek berteka li hember îstifaya  wezîrê berevaniyê yê Rejîma Siyonîstî ev alûgura weke serketineke  mezin a siaysî bo bereya berxwedanê bi nav kir.

 Hamasê ku kotrola zîvala Gazayê  di dest xwe de heye tev komên din ên  filistînî raghandiye ku  heya dema ku dijminê siyonîstî ser agirbesê bisekine dê vê hevhatinê cih bîne.

 Dewra teze ya  nearamiyên  navbera Rejîma Siyonîstî û zîvala Gazayê bi destdirêjiy ahewayî û mûşekî ya vê rejîmê bo vê navçê destpê bû.