Mijdar 14, 2018 20:13 Asia/Tehran
  •  Berteka komên filistînî li hember îstifaya wezîrê cengê yê Rejîma Siyonîst

Avîgdor Lîbêrmen wezîrê cengê yê Rejîma Siyonîst piştî işkestên xwe li hember hêzên berxwedanê li Gazayê ji posta xwe îstifa kir.

 Li gorî rapora IRIB News`ê,  Hazim Qasim berdevkê tevgera Berxwedana Îslamî( Hamas) îro çarşemiyê wek berteka li hember îstifaya  Lîbêrmen got: Tişta ku Hamas û komên din ên filistînî li dû wê ne, ne îstifa û wêdeçûyîna kesayetiyekî siyonîst e , belkî armanca Hamasê azadkirina  hemî erdên Filistînê ye.

 Samî Ebûzehrî, endamê pilebilind ê Hamasê diyar kir: îstifaya  wezîrê cengê yê Rejîma Siyonîstî serketineke siyasî bo Gazayê tê hesabê û Gaza bi berxwedana xwe erdhejeke  siyasî li Rejîma Siyonîstî pêk anî.

  Di hemne demê de Ebûmucahid berdevkê komîteyên  berxwedana gelanî ya Filistînê destnîşan kir, îstifaya Lîbermen serketina acêb a berxwedanê piştî işkesta ewlehî û eskerî ya dijmin bû.

 Dawûd Şehab berpirsê nivîsgeha raghandinê ya  tevgera Cîhada îslamî destnîşan kir ku îstifaya  Lîbermen yek ji dûhatên  işkesta dagirkiran û lixwemukirhatina wan bi vê işkestê ye û hemî kiryarên  Rejîma Siyonîstî li hember berxwedana  Gazayê rastî işkestê hat.

  Tevgera Cîhada îslamî destnîşan kir: Lîbermen nedikarî li hember berxwedanê raweste û Rejîam siyonîstî piştî işkesta li Gazayê divê li benda dûhatên zêdetir be.

  Ji aliyê din ve gurdanên  Qudsê çiqa eskerî ya Cîhada îslamî ya Filistînî destnîşan kir berxwedan tenê bi bersiva dimin qayîl nebû belkî muhasibên  wan ên siyasî jî li hev xistin.

 Ji aliyê din ve filistîniyên  rûniştiyê kampa  El-Şatiyê li zîvala Gazayê raghandin ku îro  êvarê bi lidarxistina meşa ber bi mala  Îsmaîl Henyê serokê nivîsgeha  siyasî ya tevgera Haamsê, serketina berxwedanê û sernixûnbûna  Lîbermen cejn digrin.

 Hêzên taybet ên Rejîma Siyonîstî yekşemiyê şevê bi nifûza  nava rojhilata  Xan Yûnisê li başûrê Gazayê du fermandên  gurdanên Qisamê teror kirin.

Piştî vê cinayetê balefirên cengê yên artêşa siyonîstî dest bi piştgiriya ji eskerên   vê rejîmê kirine û rojhilata  Xan Yûnisê bombebaran kirin ku li encama wan  bombebaranan herîkêm  14 filistînî şehîd bûn û zêde ji 30 kesên din jî birîndar bûn

  Medya Rejîma Siyonîstî her wiha li xwe mikur hatin ku hêzên berxwedana Filistînê ji yekşemiyê şevê ve heya roja  sêşemiyê karîn ku zêde ji 470 mûşekan ji aliyê zîvala Gazayê ber bi erdên dagirbûyî bavêjin û sîstema  berevaniya mûşekî ya gumbeza hesinî her tim nekêrhatî bûye û kariya tenê 100 mûşekan ji nava 470 mûşekên avêtî ber bi erdên dagirbûyî bişopîne.

 Li rewşa ku Rejîma dagirkirê Qudsê destdirêjiya ser zîvala Gazayê destpê kirine û hin welatên  erebî bona hevkariya bi vê rejîmê û jinavbirina  mesela Filistînî lê dixebitin ku peywedniyên xwe bi Telavîvê re  normal bikin. Çekê berxwedanê ku nîşana  hebûn û howiyeta Filistînê ye, bi ser ket.