Mijdar 14, 2018 17:08 Asia/Tehran
  • Ehud Barak: Netanyahû li hemberî Gezzê tam lawaz û asê bûye

Wezîrê Cengê yê berê yê Rêjîma Sîyonîst ji ber rawestana pevçûnan li Zîvala Gezzê gellekî hêrs bû û serokwezîrê vê Rêjîmê da ber rexneyan.

Li gorî rapora Navenda Ragihandinê ya Filistînê, Ehud Barak wezîrê şêrr ê berê yê Rêjîma Sîyonîst pêgirî kir ku lawazbûn û asêbûna Benyamîn Netanyahû tam aşkira ye û heta niha evqas nakokî, duberekî û paradoks di navbera gef û pêngavên wî de tunebûye. 

Wî herwiha got: Rayedarên Rêjîma Sîyonîst dibêjin ku em di 48 sietan da HAMAS`ê ditewînin lê di piratîkê de li hemberî vê tevgerê teslîm bûn û girîngîyê nadin sîyonîstên niştecihê deverên nêzîkî Zîvala Gezzê.

Di yekem dengvedana bi dû opêrasyona vê dawîyê ya Hêzên Berxwedana Fiilstînê da, Wezîrê Cengê yê Rêjîma Sîyonîst Avigdor Lieberman neçar ma ku ji posta xwe wêda here.

Partîya Mala Cihûyan jî ragihand ku ew bêyî Wezareta Şêrr karê xwe li desteya wezîran nadomîne.

Berdevkê HAMAS`ê Samî Ebûzehrî jî wekî berteka li hemberî wêdeçûna Lieberman got ku eva serketineke sîyasî ji bo Gezzê tê hesêb û Gezzê bi berxwedana xwe erdhejeke sîyasî di nav Rêjîma Sîyonîst da pêk anîye.